Serê 4

1 Delalyên min, bawerya xwe her ruhî neynin, lê wan ruhan bicêribînin, ku gelo ji Xwedê ne? Çimkî li dinyayê gelek pêxemberên derew derk'etine. 2 Hûn bi vê yekê dikarin Ruhê Xwedê nas bikin: Her ruhê ku Îsa Mesîh bi bedenî hatî îqrar dike, ew ji Xwedê ye. 3 Lê her ruhê ku Îsa bi bedenî hatî îqrar nake, ew ne ji Xwedê ye. Ew ji eksîmesîh e, bona k'îjanî we bihîstibû, ku wê bê û îdî li dinyayêda ye. 4 Hûn ji Xwedê ne, lawno û hindava wanda serdest derk'etin, çimkî ew Ruhê nava weda ji wî ruhê ku nava dinyayêda ye mestir e. 5 Ew ji dinyayê ne, lema li ser dinyayê xeber didin û dinya guhdarya wan dike. 6 Em ji Xwedê ne. Yê Xwedê nas dike, ew guhdarya me dike. Yê ne ji Xwedê ye, ew guhdarya me nake. Bi vê yekê em Ruhê rastyê û ruhê xapandinê ji hev derdixin. 7 Delalyên min, em hevdu hiz bikin, çimkî hizkirin ji Xwedê ye, her k'ê ku hiz dike ew ji Xwedê bûye û wî nas dike. 8 Yê ku hiz nake ew Xwedê nas nake, çimkî Xwedê hizkirin e. 9 Bi vê yekê hizkirina Xwedê hindava meda k'ifþ bû, çaxê wî Kur'ê xweyî tayê-t'enê þande dinyayê, ku bi wî em bijîn. 10 Hizkirin vê yekêda ye, ne ku me Xwedê hiz kir, lê ewî em hiz kirin û Kur'ê xwe þand, ku bi wî gunehên me li me bêne baxþandinê. 11 Delalyên min, heger Xwedê aha em hiz kirin, gerekê usa jî em hevdu hiz bikin. 12 T'u kesî Xwedê t'u caran ne dîtye. Heger em hevdu hiz dikin, Xwedê nava meda dimîne û hizkirina wî dilê meda t'emam e. 13 Bi vê yekê em zanin, ku em nava wîda dimînin û ew jî nava meda, ku wî Ruhê xwe daye me. 14 Me dît û em þehdetyê didin, ku Bavê Kur'ê xwe þand, ku bibe Rizgarkirê dinyayê. 15 Heger yek îqrar dike, ku Îsa Kur'ê Xwedê ye, 16 Xwedê nava wîda dimîne û ew jî nava Xwedêda. Awa em pê hesyan û me bawer kir, ku Xwedê me hiz dike. Xwedê hizkirin e û k'ê nava hizkirinêda dimîne, ew nava Xwedêda dimîne û Xwedê jî nava wîda. 17 Û bi vî cûreyî hizkirin dilê meda t'emam e, ku Roja Dîwankirinêda em bêy tirs bin, çimkî Mesîh vê dinyayêda çawa bû, usa jî em in. 18 Hizkirinêda tirs t'une, lê hizkirina t'am tirsê dûr dixe, çimkî li k'u tirs heye, li wir ceza heye û k'ê ditirse, ew hizkirinêda hê ne t'am e. 19 Em hiz dikin, çimkî pêþda ewî em hizkirin. 20 Heger yek bêje: «Ez Xwedê hiz dikim», lê birê wî ber ç'evan reþ e, ew derew dike. Heger ew birê xweyî ku dibîne hiz nake, çawa wê bikaribe Xwedê hiz bike, k'îjanî nabîne? 21 Ewî ev t'emî daye me: Ewê ku Xwedê hiz dike, ew gerekê birê xwe jî hiz bike.