Serê 3

1 Hela binihêrin, Bavê çawa em hiz kirin û bona me k'eremeke çawa kir, ku em lawên Xwedê bêne gotinê û usa jî heye, lema dinya me nas nake, çimkî ew nas nekir. 2 Delalyên min, niha em lawên Xwedê ne û hela hê em nizanin paþê emê bibine çi, lê em vê zanin, ku çaxê Îsa k'ifþ be, emê bibine mîna wî, çimkî emê wî usa bibînin, çawa ew heye. 3 Her k'ê ku bona vê yekê wîda guman e, ew xwe usa paqij dike, çawa Mesîh paqij e. 4 Her k'ê ku guneh dike, ew Qanûna Xwedê dit'eribîne û guneh hema qanûnt'eribandin e. 5 Û hûn zanin, ku bona wê yekê Mesîh k'ifþ bû, ku gunehan hilde û nava wîda guneh t'une. 6 Her k'ê ku nava wîda dimîne, ew nava gunehanda namîne, lê her k'ê ku nava gunehanda dimîne, ewî ne ew dîtye, ne jî ew nas kirye. 7 Lawno, bira t'u kes we nexapîne. K'ê rastyê dike, ew yekî rast e, çawa Îsa rast e. 8 K'ê nava gunehanda dimîne, ew ji Þeytan e, çimkî Þeytan ji berê pêþda guneh dike. Bona vê yekê Kur'ê Xwedê k'ifþ bû, ku kirinên Þeytan xirab ke. 9 Her k'ê ku ji Xwedê bûye, lawê wî ye, ew nava gunehanda namîne, çimkî binyata Xwedê nava wîda dimîne û ew nikare nava gunehanda bimîne, çimkî ji Xwedê bûye. 10 Lawên Xwedê û lawên Þeytan bi vê yekê ji hev têne firqîkirinê: Yê ku rastyê nake, ew ne ji Xwedê ye, usa jî ew ne ji Xwedê ye k'ê birê xwe hiz nake. 11 Ev e ew gotin, ya ku berê pêþda we bihîstye: Em gerekê hevdu hiz bikin. 12 Ne ku mîna Qayîn, ku ji Yê Xirab bû û birê xwe kuþt. Bona çi ew kuþt? çimkî kirinên wî xirab bûn, lê yên birê wî qenc. 13 Þaþ nemînin, birano, heger hûn ber ç'evê dinyayê reþ bin. 14 Em zanin, ku ji mirinê em derbazî nava jîyînê bûne, çimkî em birayên xwe hiz dikin. Yê birayê xwe hiz nake, ew nava mirinêda dimîne. 15 Her k'ê ku birê wî ber ç'evan reþ e, ew merivkuj e û hûn zanin, ku nava t'u merivkujîda jîyîna heta-ha-tê t'une. 16 Em bi vê yekê hizkirinê hesyan: Îsa bona me jîyîna xwe da. Em jî gerekê bona birayên xwe jîyîna xwe bidin. 17 Lê heger yek hebûka wîye vê dinyayê hebe û birê xwe hewcê tiþtekî dibîne, dilê wî ser naþewite, hizkirina Xwedê çawa dikare dilê wîda bimîne? 18 Lawno, em ne ku bi xeber yan zarê xwe hiz bikin, lê bi k'arê xwe û rastyê. 19 Belê, bi vê yekê emê bizanibin, ku em ji rastyê ne û emê bikaribin bi dilekî rihet li ber hizûra Xwedê bisekinin. 20 Û heger dilê me, me neheq ke, Xwedê ji dilê me mestir e û haþ ji her tiþtî heye. 21 Delalyên min, heger dilê me, me neheq neke, em dikarin turuþ bikin li ber hizûra Xwedê bisekinin. 22 Û em çi bixwazin, emê jê bistînin, çimkî em t'emyên wî diqedînin û tiþtên ku li wî xaþ tên wan dikin. 23 Ev e t'emya wî, ku em bawerya xwe navê Kur'ê wî Îsa Mesîh bînin û em hevdu hiz bikin, çawa wî t'emî da me. 24 Yê t'emyên wî diqedîne, ew nava Xwedêda dimîne, Xwedê jî nava wîda. Û em bi vê yekê zanin, ku Xwedê nava meda dimîne, bi wî Ruhê ku wî daye me.