Serê 2

1 Lawên min, ez vê yekê wer'a dinivîsim, ku hûn gunehan nekin, lê heger yek guneh bike, li cem Bavê qencbêjê me Îsa Mesîhê heq heye. 2 Ew e Qurbana baxþandina gunehên me û ne t'enê gunehên me, lê gunehên t'emamya dinyayê jî. 3 Heger em t'emyên wî biqedînin, bi wê yekê em zanin, ku em wî nas dikin. 4 Yê dibêje: «Ez wî nas dikim», lê t'emyên wî naqedîne, ew derewîn e û nava wîda rastî t'une. 5 Lê yê xebera wî diqedîne, hizkirina Xwedê rast nava wîda t'emam e û bi vê yekê em zanin em nava wîda ne: 6 Yê dibêje: «Ez nava wîda me», ew gerekê usa bijî, çawa Îsa jît. 7 Delalyên min, ez ne ku t'emîke nû wer'a dinivîsim, lê wê t'emya kevn, ku berê pêþda hûn wê zanin. T'emya kevn ew xeber e, ya ku we pêþda bihîstye. 8 Lê usa jî ez t'emîke nû wer'a dinivîsim, rastya k'îjanê çawa nava wîda, usa jî nava weda ye. Çimkî tarî derbaz dibe û ronaya rast îdî tê k'ifþê. 9 Yê dibêje: «Ez nava ronayêda me», lê birê wî ber ç'evan reþ e, ew hela hê nava taryêda ye. 10 Yê ku birê xwe hiz dike, ew nava ronayêda dimîne û nabe bayîsê jirêk'etinê. 11 Lê yê ku birê wî ber ç'evan reþ e, ew nava taryêda ye, taryêda digere û nizane k'uda diçe, çimkî taryê ç'evên wî kor kirye. 12 Wer'a dinivîsim, lawno, çimkî bi saya navê wî gunehên we afû bûne. 13 dinivîsim, bavno, çimkî hûn wî nas dikin, yê ku serê-sêrîda heye. Wer'a dinivîsim, cahilno, çimkî yê Xirab ji we da der. 14 Wer'a dinivîsim xortno, çimkî hûn Bavê nas dikin. Wer'a dinivîsim, bavno, çimkî hûn wî nas dikin, yê ku serê-sêrîda heye. Wer'a dinivîsim, cahilno, çimkî hûn qewat in û xebera Xwedê nava weda dimîne û yê Xirab ji we da der. 15 Dinyayê hiz nekin û ne jî çi ku dinyayêda ne. Heger yek dinyayê hiz dike, dilê wîda hizkirina Bavê t'une. 16 Çimkî her çi ku dinyayêda ne, dilhavijyên bedenê ne, havijyên ç'evan û k'ubar-babaxya vê jîyînê ne, ew ne ji Bavê ne, lê ji vê dinyayê ne. 17 Dinyayê jî derbaz be, havijya wê jî, lê yê ku daxwaza Xwedê diqedîne, ewê heta-ha-tê bimîne. 18 Lawno, eva zemanê axiryê ye. Û çawa we bihîstye, ku eksîmesîh wê bê, îdî gelek eksîmesîh hatine. Ji wê yekê jî em zanin, ku waxtê axiryê ye. 19 Ji nava me hinek derk'etin, lê ew ne ji me bûn, çimkî heger ew ji me bûna, wê t'evî me bimana. Lê eva usa bû, ku k'ifþ be, ku civînêda ne hemû kes ji me bûn. 20 Lê hûn ji ewî Pîroz hatine gulrûnkirinê û her tiþtî zanin. 21 Ez wer'a nanivîsim, yanê hûn rastyê nizanin, lê hûn zanin, usa jî zanin, ku hemû derew ne ji rastyê ye. 22 K'î ye derewîn? Heger ne ew, yê înk'ar dike ku: «Îsa ne Mesîh e.» Hema ew e eksîmesîh, yê ku Bav û Kur' înk'ar dike. 23 Ewê ku Kur' înk'ar dike, t'evgirêdana wî Bavêr'a t'une. Lê yê ku Kur' îqrar dike, t'evgirêdana wî Bavêr'a heye. 24 Awa çi ku we pêþda bihîstye, bira nava weda bimîne. Heger ew tiþtê ku we pêþda bihîstye nava weda bimîne, hûnê jî nava Kur' û Bavêda bimînin. 25 Û ev e ew sozê ku wî da me: jîyîna heta-ha-tê.

26 Ez vê yekê bona wê yekê wer'a dinivîsim, ku t'u kes we nexalifîne. 27 Lê hûn ji Mesîh bi Ruh hatine gulrûnkirinê, ku nava weda dimîne. Îdî ne hewce ye, ku yek we hîn bike, çimkî hema ew Ruh bona her tiþtî we hîn dike û hînkirina wî rast e, ne derew e. Çawa ewî hûn hînkirin, usa nava wîda bimînin.

28 Belê lawno, nava Mesîhda bimînin, ku çaxê ew k'ifþ be, em ji hatina wî venek'iþin û li dema hatina wî em rûreþ nebin. 29 Heger hûn zanin, ku ew rast e, usa jî bizanibin, her k'ê ku rastyê dike, ew ji wî bûye.