1
Em li ser Xebera jîyînê wer'a dibêjin, ku serê-sêrîda ew hebû, bona k'îjanî me bihîst, bi ç'evên xwe dît, li wî nihêrî û bi destê xwe ew p'eland.
2
Jîyîn k'ifþ bû, me ew dît, em þehdetyê didin û bona wê jîyîna heta-ha-tê wer'a dibêjin, ku cem Bavê bû û meva k'ifþ bû.
3
Çi ku me dît û bihîst em wê wer'a dibêjin, ku t'evgirêdana we meva hebe û t'evgirêdana me jî Bavêva û Kur'ê wî Îsa Mesîhva heye.
4
Em van tiþtan wer'a dinivîsin, ku þabûna me t'emam be.
5
Ev e ew mizgînya ku me ji wî bihîst û we jî pê dihesînin, ku Xwedê ronayî ye û t'u tarî nava wîda t'une.
6
Heger em bêjin: «Em Xwedêva t'evgirêdayî ne», lê taryêda bigerin, em derew dikin, rastyê nabêjin.
7
Lê heger em ronayêda bigerin, çawa ew ronayêda ye, emê hevva t'evgirêdayî bin û xûna Îsa Mesîhê Kur'ê wî wê me ji hemû gunehan paqij ke.
8
Heger em bêjin: «Qet gunehê me t'une», em xwexa xwe dixapînin û nava meda rastî t'une.
9
Lê heger em gunehên xwe bidine rûyê xwe, ew sozê xweda amin e û ser rastyê ye, ku gunehên me bibaxþîne û me ji her neheqyan paqij bike.
10
Heger em bêjin: «Me t'u guneh nekirye», em wî derewîn derdixin û xebera wî ne nava meda ye.